Wê endamên meclîsên şaredariyan qeyûman gilî bikin

  • rojane
  • 09:13 17 Çile 2020
  • |
img

ÊLIH – Endamên meclîsên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, nikarin tev li civînên meclîsên şaredariyê bibin. Ji ber van pêkanînên kêfî wê endamên meclîsan giliyê qeyûman bikin. 

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'î hatin kirin gelek endamên meclîsên şaredariyan jî ji peywirê hatin girtin û ên nehatine girtin jî nikarin tev li civînên meclîsên şaredariyê bibin. Ji ber vê wê endamên meclîsan giliyê qeyûman bikin. 
 
‘BÊHIQÛQÎTÎ DEWAM DIKE' 
 
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku ji peywirê hat girtin, ji bo tayînkirina qeyûman got "bidawîbûna îqtidara AKP'ê" ye û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman talana berê hatibû kirin niha jî didome. Kûtlû, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqîtî ye û got, ev bêhiqûqîtî bi pêşîlêgirtina endamên meclîsên şaredariyan didome ku qeyûm nahêlin biçin şaredariyê. Kûtlû, bibîr xist ku civînên meclîsa şaredariyê li odeya qeymeqam tên kirin û got, projeyên ku wan amade kirine niha qeyûm wekî projeyên xwe nîşan dide. 
 
Her wiha Kûtlû, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman nelêrêtî jî dest pê kiriye û got, ji bo ev nelirêtî dewam bike nahêlin endamên meclîsê tev li civînan bibin. 
 
Cîgira Hevşaredariya Geverê Yuksel Yilmaz jî destnîşan kir ku nêzî du meh in endamên meclîsa şaredariyê nikarin biçin şaredariyê û got: "Gava em diçin em bi nêzî hezar heb polîsî re rû bi rû dimînin. Polîs nahêlin em biçin baxçê şaredariyê jî. Dibêjin, 'ferman e, em nikarin destûrê bidin'". 
 
GOTIN 'RANDEVÛYÊ BIGIRIN' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ji ber ku nikarin tev li civînên meclîsê bibin biryarên tên girtin jî bêhiqûqî ne û got: "25 endamên meclîsê hene û ji vana 20 jê HDP'î ne. Tim dibêjin 'randevûyê ji qeymeqam bigirin'. Yanî dixwazin kesên hatine hilbijartin bi randevûyê biçin şaredariyê. Qethiyen em vê yekê qebûl nakin". 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Herdem Kûrtay jî got: "Di 6'ê vê mehê de civîna meclîsê hebû. Ji bo civînê em çûn şaredariyê. Lê hîn civîn dewam dikir polîsan avêt ser civînê. Ji me pirsîn, armanca civînê çi ye. Cara ewil e ku polîs davêjin ser civîna meclîsê. Ji bo vê bêhiqûqîtiyê hincetek wan jî tunebû". 
 
'EM Ê GILÎ BIKIN' 
 
Kûrtay, diyar kir ku deriyê şaredariyê li ber wan hatiye girtin û got, ew ê ji ber tayînkirina qeyûman, pêkanînên kêfî û bêhiqûqîtiyên tên kirin giliyê qeyûman bikin.