Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin

  • rojane
  • 14:09 19 Mijdar 2019
  • |
img
AMED – Li Şaredariya Rezanê 6 endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î ji wezîfeyê hatibûn girtin. Karmendên saziyên li dewletê dixebitin tayînî şûna encûmenan kirin.
  
Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî di 21’ê cotmehê de endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP’ê Nurettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Buluttekîn Can ji wezîfeyê hatibûn girtin. Hênceta ji wezîfe girtinê ya encûmanan jî lêpirsînên berê yên derbarê wan de hatine destpêkirin dabûn nîşandan. 
 
Qeyûm tayînî şûna van her şeş encûmenan hatin kirin. Hat zanîn ku Walîtiya Amedê karmendên li saziyên dewletê dixebitin wek qeyûm tayînî şûna encûmenan kiriye. 
 
QEYÛMÊN HATINE TAYÎNKIRIN 
 
Li gorî nivîsa walîtiyê ji Qeymeqamiya Rezanê re şandiye; Midurê Werzîş û Ciwanan a Qeymeqamiya Rezanê Mehmet Masûm Ayhan li şûna Halîme Bayram, Wekîlê Midurê Çandiniyê û Daristanê yê Rezanê Fîkret Tunç li şûna Husnu Aslan, Midûra Karên Nivîsê ya Navçeya Rezanê Navîde Çakir li şûna Mehmet Akodgan, Midurê Şaxa Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Îzzettîn Zengîn li şûna Panayir Çelîk,  Midurê Serokatiya Weqfa Piştevaniyê û Alîkariya Civakî ya Navçeya Rezanê Firat Batmaz li şûna Naşîde Buluttekîn Can û Midurê Malê Navçeya Rezanê Muhsîn Mutlû jî li şûna Nurettîn Bakan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.