Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î

  • rojane
  • 13:07 19 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di encama “nelihevkirina eraziyan” de 4 kes hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Derbarê wekîlê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol, kurê wî û birayên wî de li 8 kesan doz hatibû vekirin. Ji bo Zulfîkar Îzol ê bi “Kuştinê pê dan kirin” dihat sûcarkirin, biryara “neşopandinê” hat dayîn. 

Li gundê Çeltîk ê bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve di 15’ê hezîranê de di navbera ferdên malbata Îzol de li ser “nelihevkirina eraziyan” li hev dan. Bira û kurê parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol bi çekan êriş kiribûn û komkujiyek pêk anîbûn. Di êrişê de Zozan Îzol (42) û Hakki Îzol (49) ên hevjînên hev, Meral Îzol (42) û Mustafa Serdar Îzol (24) di êrişê de hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Ridvan Buluş (30) û Serdar Delen (31) jî otomobîla birîndaran radikir nexweşxaneyê li wan qelibî û wan jî jiyana xwe ji dest dabû.

Dozgeriya Kojmarê ya Siwêregê lêpirsînê qedand û derbarê Zulfukar Îzol û kurê wî û birayên wî jî di nav de li 8 kesan doz hat vekirin. 
 
Di îdianameyê de derbarê Zulfukar Îzaol, birayên wî Bulent Îzol, Servet Îzol, Cemal Îzol û Cîhan Îzol û kurê wî Mehmet Fatîh Îzol û ji heman malbatê Mehmet Metîn Îzol, Mustafa Serdar Îzol, Serhat Ferman Îzol bi sûcdariya “4 kesan bi qestî kuştin û 6 kesan jî hewldana bi qestî kuştin” cezayê hefsê ya 4 caran girankirî ji 83 salan heta 128 salan hat xwestin. 
 
BIRYARA ‘NEŞOPANDINA’ DAN AKP’YÎ ÎZOL 
 
Ji bo Zulfîkar Îzol ê bi “Kuştinê pê dan kirin” dihat sûcarkirin, biryara “neşopandinê” hat dayîn. 
 
Di îdianameyê de hat gotin bersûc Servet Îzol û Cîhan Îzol ji erebeyê peya bûne û bi çeka navê wê M-16 êrişî Hakki Îzol kirine û wî de mesafeyek nêz de kukştine. 
 
Her wiha di îdianameyê de hat gotin “Komkujî bi plangerî pêk hatiye.”