Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin

  • rojane
  • 12:30 19 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK - Daîreya Cezayê 18’emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê, serlêdana îtîrazê ya Parlamenterê HDP’ê Mahmût Tugrûl a têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê dadgeha herêmî bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” lê birîbû red kir.  
 
Daîreya Cezayê 18’emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê, serlêdana îtîrazê ya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Tugrûl a têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi sûcdariya “Propagandeya rêxistina terokê PKK/KCK’ê kirin” lê birîbû, red kir
 
18’emîn Daîreya Ceza, dosyeya ku Togrûl îtîraz kiribû, lêkolîn kir. Daîreyê biryar da ku di biryara dadgeha herêmî de kêmasî tuneye û ji ber vê serlêdana Togrûl red kir. Parêzerê Togrûl wê biryara dadgeha herêmî bibe Dadgeha Bilind.