Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin

  • rojane
  • 11:14 19 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Derbarê Hevaşredarên Pasûrê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay ên ji wezîfeyê hatin girtin bi sûcdariya “Bikaranîna çekên kîmyewî, biyolojik û nukler kuştin” doz li wan hat vekirin. Ji bo hevşaredaran cezayê 8 caran muebeta giran ê hefsê tê xwestin. 

Li herêma Beyroka navçeya Pasûrê ya Amedê di 12’ê Îlonê de teqînek pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya vê teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ji wezîfeyê hatin girtin qeyûm tayînî şûna wan hati kirin û avêtin hefsê. Her wiha Hevserokê HDP’a Pasûrê Mehmet Abidîn Karaman, Midurê Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, siyasemetmedarê HDP’î Mehmet Emîn Ay, endamê Meclîsa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û operatorê kepçeyê Umît Fîdan jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hatibûn girtin. Lêpirsîna derbarê siyasetmedaran dihat birêvebirin bi dawî bû. 
 
Îdianameya derheqê siyasetmedaran de ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
Hevşaredar Ay û Taş û karmend Şener Aktaş bi îdiayên wek “Propaganda rêxistinê kirine”, “Terör örgütü propagandası yapmak", "Bi qestî kuştin”, “Bi zanebûn madeyên talûke li gel xwe hiştine û dest guhertine”, “Yekîtiya dewletê û hevgirtina welat xera kirin”, “Pesindayîna sûc û sûcdar”, “Bikaranîna çekên kîmyewî, biyolojik û nukler kuştin” tên sûcdarkirin. 
 
Abidîn Karaman, Umît Fîdan, Mehmet Emîn Ay û Yucel Çete jî bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirine” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” tên sûcdarkirin. 
 
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Şaredariya Pasûrê li herêma teqînê xebata rê kiriye. 
 
Di îdianameyê de 2 “şahidên nepen” bi navê “Çingirak-1 û Çingirak-2” jî cih digirin û derbarê hevşaredar û yên din de gelek angaştan anîne ziman. 
 
Hevşaredar û siyasetmedar û karkerên şaredariyê îdiayên derbarê xwe de red dikin. 
 
MA / Aydin Ay