Rêvebera HDP’ê hat girtin

  • rojane
  • 10:27 19 Mijdar 2019
  • |
img
RIHA - Rêvebera HDP’ê ya Rihayê Hîdayet Duger, bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê hat erêkirin, hat girtin. 
 
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Hîdayet Duger, di sala 2016’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” doz derbarê wê de hat vekirin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dadgeha Bilind ev cezayê girtîgehê yê Duger erê kir. Duger ji ber vê dema ji avajiya partiyê derket, hat binçavkirin û dûre li Edliya Rihayê hat girtin. 
 
Duger a cezayê wê li rûyê wê hat xwedin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.