Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin

  • rojane
  • 10:12 19 Mijdar 2019
  • |
img
AMED - Li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, nexweşên gurçikan li odeyên malzemeyên avêtinê, amûrên kar, boyax û tije sergo tên derman kirin. 
 
Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku tim bi sosretiyên cuda dikeve rojevê, vê carê jî nexweş li odeyên nepaqij û ne hîjyenîk tên dermankirin. Miduriyeta Bajêr a Çandiniyê, ji ber mirina 37 piştîk nû ji dayik bûn, kêzikan dabû nexweşxanê, şert û mercên wê yên ne paqij cezayê pere li nexweşxanê birî bû. Lê ligel vê yekê jî derket holê ku nexweşên diyalîzê di odeyên çopê de tên dermankirin. 
 
Nexweşên erka gurçikên xwe winda kirine û dem bi dem li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê dikevin diyalîzê, weke ku di odeyên “sergo” de dikevin makîneyên diyalîzê. Xizmekê nexweşekê ev şert û mercên ne paqij ên nexweşxanê girtine kamerayê. 
 
HATIBÛ DIYARKIRIN KU NE PAQIJE
 
Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl di sala 2018’an de, di nava 2 mehan de 37 pitikên nû ji dayik bûn jiyana xwe dest dabûn û ji ber vê ketibû rojevê. Komeleya Yekitî û Akademîk a Ramanê têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiribû. Lê ligel vê yekê jî tu pêşketin çênebû ye. 
 
Miduriyeta Bajêr a Çandiyê jî, nexweşxane kontrol kiribû û diyar kiribû ku nexweşxane ne paqije û ji ber vê îsal cezayê pere li nexweşxanê biribû. 
Nexweşxene, 3 caran jî rastî dagirkeriya kêzikan hatibû û asansorên nexweşxanê ji ber vê heya demekê hatibûn rawestandin.