Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn

  • rojane
  • 09:51 19 Mijdar 2019
  • |
img

MERSÎN - Emniyetê xebat û çalakiyên HDP'ê "dijberî fermanê" dît û bi vê hincetê cezayê pereyan li 200 partiyiyan birî. HDP'ê mijarê bir Dadgeha Destûra Bingehîn. 

 
Gelek xebat û çalakiyên ku HDP dixwaze li dar bixe, tên qedexekirin, niha jî biş hinceta ku tevlî xebatên HDP'ê dibin cezayê pereyan li kesan tê birîn. Miduriyeta Polisan a Akdenîzê, çalakiyên ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Mersînê ve ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin, weke "dijberiya fermanê" dît û bi heman hincetê 2 caran 320 TL cezayê pereyan nêzî 200 HDP'iyên ku tevlî van çalakiyan bûn, birî. 
 
Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Mehdî Zana Akkaya, diyar kir ku bi birîna cezayê pereyan hewl tê dayîn ku xebatên HDP'ê bên sînordarkirin û wiha got: "Birîna ceza neheqî ye. Heta niha ji bo 170 kesên ku cezayê pere li wan hatiye birîn serî li Dadgegeriya Cezaya Silhê daye û cezayê hatiye birîn îttîraz kiriye. Lê Dadgegeriya Cezaya Silhê bêyî ku tu hincet nîşan bide, serlêdana me red kiriye. Li ser biryara redkirinê, me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye. Em ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin."