Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin

  • rojane
  • 09:13 19 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Nûnera Zarokên di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Canssû Şekercî û bavê Mîrazê biçûk Cengîz Zaza Akbaba, bal kişandin ser zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û gotin, li girtîgehan muameleya girtiyan bi zarokan re tê kirin. 

 
Roja Zarokan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1954'an de hat qebûlkirin û her sal di 20'ê Mijdarê de Roja Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Tirkiyeyê di 14'ê Cotmeha 1990'î de Peymana Mafên Zarokan qebûl kir û di 27'ê Çileya 1995'an de jî ket meriyetê. Di peymanê de her çend tê gotin divê mafên zarokan bên parastin û dewletên ev peyman îmze kirine û divê berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Lê belê li Tirkiyeyê ev berpirsiyarî pêk nayê. Ji bo vê jî mînaka herî berbiçav zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne. Li gorî hin daneyan 864 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne. 
 
‘PÊLÎSTOKÊN WAN JÎ TÊN QEDEXEKIRIN' 
 
Yek ji van pitikan jî Mîrazê biçûk e ku tevî dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba di Girtîgeha Jina ya Gebzeyê de ye. Mîrazê biçûk, di nav hefteyê de li cem diya xwe û di dawiya hefteyê de jî li cem bavê xwe dimîne. Bav Cengîz Zaza Akbab bi bîr xist ku hevjîna wî Gulîstan Dîken Akbaba nêzî 3 sal in di girtîgehê de ye û bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan. Akbaba, got: "Carekê gava Mîraz dibin girtîgehê nahêlin diya wî pê re here. Me ev mesele hel kir, lê belê meseleyên din derketin holê. Pêlîstokên wî jî qedexekirin." 
 
Bav Akbaba, bal kişand ser meseleya Mîrazê biçûk ku dikirin nedikirin girtîgehê ew qebûl nedikir û got, gava nehiştin Mîraz biçe girtîgehê giriyabû û jê re gotiye: "Bavo, çima em nikarin biçin cem diya min." Bav Akbaba, anî ziman ku wî jî ji bo Mîraz eware bike gotiye, me mifte winda kiriye. Akbaba, diyar kir ku piştî vê wê rojê Mîraz li her derî li "mifteya girtîgehê" geriyaye. 
 
Akbaba, destnîşan kir ku divê mafên zarokên ku ji mecbûrî di girtîgehê de li cem diya xwe dimînin bi awayekî aşkere bên nivîsandin û got: "Ji ber mafên zarokan bi awayekî aşkere nayên nivîsandin, carinan jin peywirdar muameleya girtiyan bi wan dikin." Bav Akbaba, got: "Heger wezaret xebatekê dike, bila bi me re bike. Demildest divê mexdûriyeta zarokan û malbatên wan bê helkirin. Mesela dayikên bi zarok dikarin bi şertê kontrolkirî an jî hepsa malê înfazên xwe temam bikin." 
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN' 
 
Nûnerê Zarokên di Girtîgehê de ya Komeleya Civaka Sivîl (CÎSST) Cansû Şekercî jî bal kişand ser pirsgên zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin. Şekercî, destnîşan kir ku nebûna nivînên zarokan, xwenegihandina mafên tenduristiyê, xwenegihandina pêlîstok û zexîreyan hwd. pirgirêk hene. Şekercî, da zanîn ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û piştî Rewşa Awarte li girtîgehan di warê bikaranîna kreşan de binpêkirinên mafan rû dane. 
 
Şekercî, got: "Xuyangiya qadê pir girîng e. Ji ber ku qad nayê xuyakirin hejmar jî tam nayê zanîn. Yanî hayê me ji binpêkirinên mafan çê nabe." 
 
Şekercî, got: "Şert û emrcên niha yên li girtîgehan, dibe ku bêtir zirarê bide mirovan. Wê ev yek bibe sedema zêdebûna binpêkirina mafan. Divê berdana bi şertî careke din bê nirxandin. Gava ev bê nîqaşkirin divê zarok esas bên girtin û li gor wê bê nirxandin."