Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin

  • rojane
  • 09:08 19 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 2'yan a Osmaniyeyê, girtî ji ber binpêkirinên mafan ji 12’ê Mijdarê ve di greva birçîbûne de ne. Bavê girtî Suleyman Saçal, Niyazî Saçal bal kişand ser zextên li ser girtiyan û diyar kir ku jimariya şipyakî li wan ferz dikin. 

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 2'yan a Osmaniyeyê, girtî ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji 12'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî Suleyman Saçal e. Bavê wî Niyazî Saçal ku kurê wî 5 sal in girtî ye, diyar kir ku di 16’ê Mijdarê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re aiviye. 
 
‘DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORVEGER DE NE’
 
Niyazî Saçal, diyar kir ku rewşa girtiyan ne baş e û kurê wî gotiye, zext û zorî hene û ji ber vê 5 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Saçal, go kurê wî gotiye: "Ji roja li Rojavayê şer dest pê kiriye, bi zext û zoriyan bi ser me de tên. Pênc sal e wisa ye." Bav Saçal jî got: "Di xwazin jimariya şipyakî ya eskerî li wan ferz bikin. Lê belê kurê min got ‘Çawa heta niha me ev yek qebûl nekiriye, ji îro şûnde jî em ê qebûl nakin.’ Her wiha nahêlin girtî biçin hewadariyê jî." 
 
BANGAWAZÎ
 
Saçal, destnîşan kir ku meha borî gava ji bo hevdîtina vekirî çûne girtîgehê jî bi astengiyan re rû bi rû mane û got: "Di meha Tebaxê de ji me re gotin, hevdîtin heye û em jî çûn. Gava em çûn girtîgehê, gotin hevdîtin tuneye. Ji ber vê me nerazîbûnên xwe anîn ziman. Her wiha di meha Îlonê de çûn. Gava em derketin me li çepikan xist, girtiyan jî bi tiliyan nîşana serketinê kirin. Ji br vê 15 roj cezayê hucreyê li wan birîne." 
 
Her wiha Saçal, anî ziman ku girtiyan xwestiye raya giştî ji bo vê yekê bi hesasî tev bigere.
 
Saçal, got: "Berê bi daran li wan dixistin, niha bi pehîna li wan didin. Sirf ji bo nîzama leşkerî li wan ferz bikin wiha dikin." 
 
Saçal, da zanîn ku li girtîgehê mafê girtiyan hemû têna stengkirin û qedexekirin û got: 
 
GIRTÎGEH BÊDENG MA
 
Têkildarî mijarê em li rayedarên girtîgehê geriyan. Rayedaran got: "Ji bo van îdiayan em nikarin tu tiştekî bibêjin. Serî li dozgeriyê bidin."