Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan

  • rojane
  • 16:52 18 Mijdar 2019
  • |
img
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan civîn li dar xistin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştarê li Saziya Malbetên Şehîdan, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê civînek xweser li dar xistin. Civîn  bi beşdarbûna tevahî xebatkarên jinên wargehê hat lidarxistin. Civîn bi deqeyêk rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser girîngiya rojê Endama Meclîsa Îştar Sêvê Kara axivî û got;” Wek tê zanîn di sala 1986’ an de sê xwişkên berxwedêr tê qetilkirin û di sala 1999’an de bi awayekî fermî 25’ê Mijdarê roja tekoşina li dijî tundiya li ser jinê li navnetewî tê pejirandin. Em di şexsê wan sê xwişkên berxwedêr de roja 25’ê Mijdarê bi bîr tînin.”
 
Dayika bi navê Helim Bulut li ser girîngiya 25'ê Mijdarê axivî û got; ”Şîdeta li ser jinê tê kirin em şermezar dikin. Pêwist e di nava malê de û di nava civakê de em xwe rêxistin bikin. Em jinên Kurd gelek  bi şans in ku Serokekî me heye. Em bi saya felsefeya Serokê dikarin li ser piyan bisekinin."
 
Civîn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.