Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin

  • rojane
  • 16:36 18 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL – Endamên Dev-Lîs'ê bi armanca cînayeta Rabia Naz Vatan bê ronîkirin û ji bo hevalên wan ên bi lêdanê hatin binçavkirin serbest bên berdan, li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran anîn ziman ku dê şopdarê dozê bin. 

 
Endamên Lîsevaniyen Şoreşger (Dev-Lîs) duh bi boneya balê bikişînin ser cînayeta Rabîa Naz Vatan a di 13'ê Nîsana 2018'an de li Navçeya Eynesil a Giresûnê hat kuştin, li Taxsîmê xwestin daxuyanî bidin û rastî êrîşa polîsan hatibûn. Polîsan beriya daxuyaniyê 3 endamên Dev-Lisê bi lêdanê binçav kiribûn. Endamên Dev-Lisê îro bi boneya balê bikişîne ser cînayeta RAbîa Naz û binçavkirina hevalên xwe li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran pankarta “Ji bo Rabia Naz edalet dema zarok radizên bêdeng dimînin, ne dema dimirin," vekirin. Xwendekaran bê navber dirûşmeya “Bijî Lîseyiyên Şoreşger" û “Ji bo Rabia edalet" berz kirin. Polîsan dora ciwanan dorpêç kir û ciwanan di bin dorpêçê de daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu û Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Gokmen Yeşil  amade bûn. Li ser navê xwendekaran endamê Dev-Lisê Samet Karaca, daxuyanî da û diyar kir ku di kuştina Rabia Naz Vatan de dimen hatine reşkirin û delîl ji holê rakirine. Karaca, diyar kir ku bavê Rabîa, rêxistinên demokratîk û rojnamegeran bûyer lêkolîn kirin û gav hatin avêtin. Lê lialiyê din polîsan xwest rê li pêş wan bigirin. Karaca, da zanîn ku heta dawî ji bo ronîkirina cînayeta Rabia Naz dê têbikoşin."