Endezyarê di bin înşaeta mizgeftê de ma û mir defin kirin

  • rojane
  • 14:19 17 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK – Endezyor Korkut Kuçukcan ê li Dîlokê di bin înşaeta mizgefta Akkentê de ma û jiyana xwe ji dest da, defin kirin. 
 
Li Navçeya Navendî Şahinbey a Dîlokê, endezyarê înşaetê Korkut Kuçukcan dema di înşaeta Mizgefta Akkentê de kar dikir, îskele hilweşiya û di bin îskeleyê de ma û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kuçukcan li Mizgefta Bahaeddin Naksboglu merasim li dar xistin û cenazeyê Kuçukcan li Goristana Asrî ya Dîlokê defin kirin. Gelek hempîşeyên wî û nûnerên rêxistinên civakî tev li merasimê bûn.