ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2019'AN

* Parlementerê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, bilêv kir ku wê ev agir bi Tirkiyeyê jî bikeve û got, Tirkiye ne bi eciqandina kurdan, ancax bi rêya diyalog û lihevkirinê dikare ji nav çirava li Sûriyeyê derkeve. 

* Ekolojîstan, bilêv kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê ji bo guherandina demografiya herêmê ne û gotin, di vî şerî de bi qasî mirina sivîlan qadên jiyanê yên giyaneweran jî tên tunekirin. 
 
* Rojnamevan Ragip Dûran ku zimanê çapemeniya berbelav ê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikaranîn rexne kir, got: "Dawiya dawî wê her derew îflas bike." Rojnamevan Nadîre Mater jî got: "Em bibin rojnamevanên ku şaşîtiya şer nîşan didin." 
 
* Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Bedrî Yamaç bal kişandin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin, demildest divê şer bê rawestandin. 
 
* Li Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne, ji hêlekê ve xebatên ji bo veguhastina berhemên dîrokî tên kirin ji hêlekê jî rûxandin û xebatên arkeolojîk tên kirin. 
 
* Amediyên ku nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman, bilêv kirin ku ev şer ji bo berjewendiyan tê kirin û gotin, ew ne şer, aştiyê dixwazin. 
 
* Şêniyên Taxa Kişlayê ya Nisêbînê ku li ser sînor e, bilêv kirin ku piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr li şûna avahiyên xwe avahiyên nû çê kirin, lê belê berî avahiyên wan bên temamkirin bi şerekî din re rû bi rû mane. Welatiyan, got: "Kevokên me jî çûn. Lê em ê neçin." 
 
*  Pîlotê teqawît Bahadir Altan, diyar kir ku DAIŞ cihê ku nikre têkevê, bi hêzên ku Tirkiye navê "Mîllî" li wan kiriye hewl didin têkevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "DAIŞ neket Efrînê, lê bi destê Tirkiyeyê bi navê OSO ket vir. Niha li Rojhilatê Firatê jî heman tiştî dikin. 
 
*  Danişina doza Nisêbîne dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Girana Mêrdînê bêdîtin. (10.00)
 
* Parlamenterên HDP'ê wê li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gel ziyaret bikin. (11.00) 
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê dê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li şaxa Egîtîm Sen a Antalyayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê bi şîara “Em ji bo demokrasiyê tên cem hev" li avahiya HDP'ê ya Îzmirê bi gel re bê cem hev. (17.00)