Kampa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa şewitandin

  • rojane
  • 19:37 16 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 rojin bi çekên giran êrîş dike, Kampa DAIŞ'ê ya li Bajarê Eyn îsa dan ber agir û şewitandin. 
 
Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafirên şer dest pê kir, di roja 8'an de berdewam dike. Komên çekdar ên "Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê" ku girêdayî Tirkiyeyê ye ketin kampa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa û şewitandin. "SMO" endamên DAIŞ'ê yên di kampê de mabûn hilgirtin û kamp dan ber agir.