'Mirov bê parastin hatine hiştin'

  • rojane
  • 17:06 16 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED - Hevseroka Komeleya Şopandina Goçê Songul Kose di rapora ji bo Nisêbînê amadekirî de  bi bîr xist ku li navçeyên Nisêbîn, Cizîr, Pirsûs û Kaniya Xezalan ên ku pêvçûn lê wan çêbûyî mirovan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Bi hezaran kes mecbûr man ku koç bikin. Di dema koçkirin û piştî wê ew mirov bê parastin hatine hiştin."
 
Bi destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê guleyên hewanê û roketên ku nayên zanîn ji ku ve hatin, li navçeyê ketin. Di encema vê yekê de li navçeyê 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Paltforma Koçê, piştî vê yekê derbasî navçeyê bû û têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û rewşa li navçeyê û herêmê raporek amade kir. Platformê, bi civîneke çapameniyê rapora xwe li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê aşkera kir. Gelek endamên platformê û Komeleya Şopandina Koçê tevlî civînê bûn. 
 
'WEZIRÊ KARÊ HUNDIR: SOZA KU TEQÎN ÇENABE DA'
 
Di civînê de rapora ku hatibû amadekirin, ji aliyê Hevseroka Komeleya Şopandina Koçê Songul Kose ve hat aşkerakirin. Kose diyar kir ku piştî êrîşa Tirkiyeyê li navçeyê 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Şêniyên Taxa Yenî Tûran a ku nufûsa wê 10 hezar e, piştî 11 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi darê zorê koç kirine. Esnafan 3 rojan dikanên xwe venekirine. Esnafekî gotiye ku dizî li navçeyê çêdibin û Wezîrê Karê Hundir ku piştî teqînê çûye navçeyê soza nebûna teqîna daye wan û ev yek di hişê wan de pirs daye çêkirin."Koça li herêmê ne koçeke mayînde ye, mirov ji bo ewlehiya xwe û canê xwe ji bo demeke kurt koç kirine. Mirovên ku koç kirine li navênd û gundên derdorê bi cih bûne. Navenda Kordînasyona Krîzê ji heyeta me re parve kir ku 'pêwistiyên malbatên ku serlêdana wan dikin pêşwazî dikin.'"
 
'GEL BI KERB E'
 
Kose destnîşan kir ku di serdana wan de esnaf û gel li dijî dewletê bi bertek bûne û ev tişt anî ziman: "Ji Gelê Nisêbînî ji sedî 50'î bi armanca tedbîrê tiştên xwe girtine û ji bo demekî çûne bajar û gundên derdorê. Dîsa  me dît ku gel bi kerb û êş bû. Di lêkolînên me de hat dîtin ku herî zêde jin û zarok di bin bandorê de mane. Ji bo ku xwendekar nikarin biçin dibistanan travmayeke psîkolojîk dijîn." Kose bi bîr xist ku li navçeyên Nisêbîn, Cizîr, Pirsûs û Kaniya Xezalan ên ku pêvçûn lê wan çêbûne jî mirovan jiyana xwe ji dest daye û têkildarî rewşa li van navçeyan ev tişt gotin: "Bi hezaran kes mecbûr man ku koç bikin. Di dema koçkirin û piştî wê ew mirov bê parastin hatine hiştin. Peymana Cenevreyê ya hiqûqa mirovahiyê û hiqûqa şer tune hatiye hesibandin. Beriye şer û piştî şer ji bo mirovan tu bergirî nehatine wergirtin."