Li Wêranşar û Rihayê tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan zêde bû

  • rojane
  • 16:41 16 Cotmeh 2019
  • |
img
RIHA - Êrîşên Tirkiyeyê ya li ser axa Serêkaniyê di roja 8'an de didome. Li navçeya Wêranşarê û navenda Rihayê liv û tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan ên esker û endamên "MSO" dibin nexweşxaneyan zêde bûne. 
 
Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 8'an de berdewam dike. Li Serêkaniye şer bi dijwarî didome. Eskerên TSK'ê û "Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê" ku girêdayî Tirkiyeyê ye bi  çekên giran êrîş dikin. Ji ber şer bi dijwarî didome, kuştin û birîndar jî zêde dibin. Îro liv û tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan ên di navbera Riha û navçeya Wêranşarê de zêde bûn. Gelek kesên di şer de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên Serêkaniyê ji wir sewqî Nexweşxaneyên Wêranşar û Rihayê dikin. Li ser sînorê Serêkaniyê tevgera ambulansan pir zêde bûye. Maşîneyên cenazeyan ên ji bajarên derdorê kom kirine li baxçeyê Mala Mamosteyan a Wêranşarê tên rawestandin.