MSB: Li qada Sûriyeyê bi Balafirên şer ên F-16'an firîn pêk hat

  • rojane
  • 16:17 23 Îlon 2019
  • |
img
ENQERE - Wezareta Parastinê ya Neteweyî diyar kir ku li qada Sûriyeyê bi Balafirên şer ên F-16'an ên Fermandariya  Hêzên Hewayî firîn pêk hatiye.
 
Wezareta Parastinê ya Neteweyî diyar kir ku îro di navbera saet 10.00-12.00'an de li qada Sûriyeyê bi 2 Balafirên şer ên F-16'an ên girêdayî Fermandariya Hêzên Hewayî bi qasî 2 saetan firîn pêk hatiye. Balkêş e ku ev firîn di demeke ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Amerîkayê ye pêk hatin. Erdogan, beriya çûna xwe ya Amerîkayê gelek caran ragihandibû ku heke Amerîka "Herêma Ewle" li gorî daxwazên wan ava neke, dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyoneke leşkerî bidin destpêkirin.