Can: Gelê Kurd aştiyê, desthilatdarî şer dixwaz e

  • rojane
  • 15:08 23 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, di Nobeta Demokrasî ya Amedê de axivî û got: "Kurd di aştiyê de, desthilatdarî jî di şer de bi israr in. Kurd dibêjin bila şer biqede werin em rûnin biaxivin. Lê desthilatdarî dixwazin pirsgirêka kurd bi şer çareser bike.”

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 36'an de berdewam kir.  Li Amedê, dîsa girseya ku di navde parlamenter, rêveber û endamên meclisa Şaredariyê yên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl hebûn, li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiyê berdewam kir. Hewldana 78’an û şaxên wê yên li bajarên Tirkiyeyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar çalakiya îro bûn. Hewldana 78’an bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûm dewam, ji bo rastî û edaletê dewam, ji piştevaniyê re dewam” ji ber avahiya ÎHD’ê heta cihê Nobeta Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeya ‘Ev hêj destpêkê ji têkoşînê re dewam’ hat berzkirin. Girseyê bi çepik û tilîliyan meşvan pêşwazî kirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî hat dayîn. 
 
‘EM LI PEY HEQÎQETÊ NE’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen dest pê kê axivî û diyar kir ku ev 36 roj in berxwedana xwe mezin dikin. Alokmen, bal kişand ser têkoşîna bi rêve dibin û wiha got: “Em li pey heqîqetê ne. Ji bo heqîqetê têkoşîna me berdewam dike. Riya me tevan vekirî be. Serkeftin a me ye.”
 
‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Pişt re Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, dest nîşan kir dema behsa kurdan tê kirin ne destûra bingehîn û ne jî dadgehan nasnakin û wiha axivî: “Dema ku kurdeke ji rêzê jî quncekeke siyasetê re girt, digirin û terorîst îlan dikin.” Can, diyar kir ku kurd di aşitiyê de bi israr in û wiha berdewam kir: “Kurd dibêjin bila şer biqede werin em rûnin biaxivin. Lê tê fêm kirin ku ev desthilatdarî hêj ji aştiyê re ne amade ye. Kurd dixwazin bi riyên demokratik çareser bikin. Lê ev dixwazin pirsgirêka kurd bi şer çareser bikin. Ji ber ku tayînkirina qeyûman girêdayî pirsgirêka kurd e.”
 
‘GELO DÊ AŞTÎ Û BIRATÎ ÇAWA PÊK WERE?’
 
Can, bibîrxist ku desthilatdarî dibêjin kurd birayên me ne û wiha bilêv kir: "Lê ji aliyeke din ve jî qeyûm tayînî şaredariyên kurdan dikin û vîna wan bi tu awayi nasnakin. Gelo aştî, biratî dê çawa pêk were?  Em ê çawa werin ba hev?”
 
‘EM Ê BI AŞITÎ Û DEMOKRASIYÊ BIBIN BERSIV’
 
Can, dest nîşan kir ku ger ev desthilatdarî wiha berdewam bike ev pêvajo dê bi wan bide winda kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan goti bû ku ‘ez ji çareseriyê re amade me û dikarim di hefteyekê de çareser bikim.' HDP’ê jî û KCD'ê jî bi vî awayî daxuyanî dan. Gelo bersiva wan bû çi? Bû tayînkirina qeyûman û gotin ‘em ji çareseriyê re ji demokrasiyê re ne amade ne. Hêj dibêjin ‘em ê bi şer vê pêvajoyê bimeşînin.' Em jî, bi aştî, demokrasî û azadiyê bersivê bidin wan. Pirsgirêka kurd misoger dê were çareser kirin. Bijî gelên me. Bijî gelê kurd.”
 
Çalakî piştî rûniştina 10 deqeyan bi dawî bû.