3 kes li Pirsûsê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:44 23 Îlon 2019
  • |
img
RIHA - Li navenda Pirsûsê, di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên serê dibê de 3 kes hatin binçavkirin. 3 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tên girtin. Navê du kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Pirsûsê Hamît Balî, Osman Fîdan û navê kesekê jî nehat zanîn.