Eskeran destûr neda heyeta KCD'ê malbata Zehra Saglam ziyaret bike

  • rojane
  • 13:18 23 Îlon 2019
  • |
img
MÛŞ - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Navçeya Gimgimê ya Mûşê Rêxistina HDP'ê ziyaret kir û xwest biçin Gundê Xinzora Jor û malbata Zehra Saglam ziyaret bikin; rastî astengiya eskeran hatin. Eskeran rê li pêş heyeta KCD'ê girt û destûr neda Leyla Guven û heyeta pêre biçe malbata Zehra Saglam.
 
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û endamê dîwana KCD'ê Hîlmî Adogdu û parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Prz. Mensur Işik jî di navde ye, Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gimgima Mûşê ziyaret kirin. Piştrî heyetê xwestin biçin gundê Xînzora Jor û malbata Zehra Saglam a di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû ziyaret bikin. 
Lê eskeran rê li pêş heyetê girt û destûr nedan heyet biçe malbata Zehra Saglam.