Rejîma Îranê dayika Behmen Qubadî binçav kir

  • rojane
  • 12:42 23 Îlon 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê dayika derhênerê kurd Behmen Qubadî binçav kirin.
 
Hêzên Ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê, dayika derhênerê kurd ê bi nav û deng Behmen Qubadî, Îran Hemzeyî binçav kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, dema ku Îran Hemzeyî ji bo dîtina kurê xwe Behmen Qubadî çûye Balafirxaneya Îmam Xumeynî ya li Tehranê û xwestiye derbasî Tirkiyeyê bibe, li balefirgehê hatiye binçavkirin. Behmen Qubadî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyanî da û ev tişt got: "Mixabin ez hatime agahdarkirin ku dayika min a pîrejîn li Balafirxaneya Îmam Xumeynî ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve hatiye desteserkirin."
 
Derhêner Behmen Qubadî di sala 1969'an de li bajarê Baneyê yê rojhilata Kurdistanê ji dayik bûye. Qubadî yek ji derhenêrê herî navdar û serkeftî yê kurd e. Fîlmên wî li ser asta cihanê gelek xelat standine.