Bersûcên komkujiya 23 sal berê li ser kar in

  • rojane
  • 12:31 23 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 23 sal berê di 24'ê Îlona 1996’an de gardiyan, polîs û eskeran bi ser odeyên girtiyên PKK'ê de girtibûn û 10 girtiyên siyakî hatibûn kuştin. Piştî demekê danişîna dozê bi hincetên cuta hat betalkirin. 23 sal derbas bûn, lê kujer hêj nehatine cezakirin û li ser kar in. 

Piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1982'an li ser girtiyên siyasî zext û zor pir zêde bûbû. Piştî darbeya eskerî 14 sal şûnde li Girtîgeha Tîpa E a Amedê 10 girtiyên mafê xwe anîn ziman rastî êrîşê hatin û hatin kuştin. Beriya wê jî di çalakî û û êrîşên cuda de 30 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dabûn. Di 24'ê Îlona 1996'an de esker, polîs û gardiyanan bi ser odeyên girtiyên siyasî yên PKK'ê de girtin û 10 girtî kuştin. Esker û polîsan bi şîş û hesinan li serê girtiyan xistin û bi îşkenceyê ew kuştin. Di bûyerê de 24 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de girtiyên siyasî Erkan Hakan Perîşan, Cemal Çam, Ahmet Çelîk, Edip Dilekçî, Mehmet Nîmet Çakmak, Ridvan Bulut, Mehmet Kadrî Gumuş, Kadrî Demir, Mehmet Arslan û Hakkı Tekin di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re 23 sal borîn, lê kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Berpirsiyarên wê demê niha  hêj li ser kar in. 
 
DER BARÊ DOZÊ DE
 
3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê 89 kesan de bi hinceta tev li komkujiya 24'ê Îlona 1996'an a Zindana Amede bûne doz vekiribû. Di darizandina 89 kesan de li 62 kesan bi hinceta ji qetilkirina 11 girtiyên PKK'ê berpirsiyar in ceza birîbû. 1'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ev ceza kêm dît û doz xera kir. Heyeta Dadgeha Bilind di 11'ê Gulanê de bi yek dengî û bi hinceta 6 rûpelan biryar da ku doz bê xerakirin. Dadgeha bilind li ser serlêdana xizmê girtî Îskan Osal û kesên ji heman dozê de tên darizandin Mahmut Çaça, Halil Uygun, Aziz Gurer, Fethi Ahmet Onat, Mehmet Şakir Tanrısever û Recep Alacan serlêdana temyîzê kir. Dadgehê diyar kir ku hemû bersûc ji aliyê parêzerekî ve bên darizandin li gorî zagona parêzeran sûc e û xwest her bersucek ji aliyê harêzerekî ve bên parastin.
 
Dadgehê xwest ji bo bersûc Murat Kizişar, Salim Şahin, Çoşkun Ekinci, Murat Tutal, Seyfullah Turkmen, Harun Drama, Seydi Unlu, Ali Osman Yitmez, Cemil Unsal, Nail Yilmaz, Namık Bozalan, Ahmet Yilmaz, Unver Avci û İbrahim Ergun cuda cuda parêzer bên tayînkirin. Dadgehê da zanîn ku mafê bersûcan ê parastine tê astengkirin û xwet mafê wan ê parastinê bê xurtkirn. Dadgehê piştî doz xera kir şand ji 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê.
 
Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê leşker û gardiyanan êrîşî girtiyên PKK'ê kiribûn û bi lêdan û îşkenceyê 10 girtiyên PKK'ê qetil kiribûn. 24 girtî jî birîndar kiribûn. Der barê 72 bersûcan de di sala 1996'an de doz vebibû û di sala 2006'an de bi encam bûbû. Der barê 62 bersûcan de ji bo her kesekî 5 sal ceza birîbû.
 
BI HINTECA TEM BORIYE DOZ BETAL BÛ
 
Di Gulana 2019’an de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi hinceta dem boriye dosya dozê betal bû. 
 
BERSÛC TERFÎ KIRIN
 
Midûrê Şaxa Kaçakvaniyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Amedê Vedat Çolak, piştî darbeya 15'ê Tîrmehê terfî kirin û kirin Serokê Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan. 
 
Dema li Girtîgehê komkujî pêk hat, Mahmut Çaça yê wê demê Midûrê 2'emîn bû, kirin Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ku herî zêde li dijî girtiyan binpêkirin zêde ye.