HDP’ê biryar da ku Nobetên Demokrasiyê li Stenbol û Îzmîrê jî li dar bixe

  • rojane
  • 11:42 23 Îlon 2019
  • |
img
ENQERE - MYK’a HDP’ê, biryar da ku “Nobetên Demokrasiyê” yên li Amed, Mêrdîn û Wanê dane destpêkirin, li Stenbol û Îzmîrê jî li dar bixe. Di çarçoveya kampanyeya bi şîara “Em li HDP’ê bibin yek" de pêk bê, wê di 7’emîn salvegera avakirina HDP'ê de li Enqereyê bê pîrozkirin. 
 
 
Piştî cîvîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî de pêk hat, duh jî Desteya Rêveber a Navendî (MYK) civîna xwe li dar xist. Di rojevên bingehîn ên MYK’ê de Qeyûm, Tifaqa Demokrasiyê, Paketa Darazê û biryara girtinê ya derbarê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat dayîn, hebûn. Di civîna MYK’ê de, biryara kampanyeya bi şîara “Em di HDP’ê de kom bibin” li dijî krîmînalîzekirina HDP’ê hat girtin. Şîara “Em di HDP’ê de kom bibin” wê dirûşmeya bingehîn a rêxistinbûyîn, xebatên endamtiyê û kampanyeya îmzeyan a li dijî qeyûman bên destpêkirin, ava bike. 
 
AVAKIRINA PARTIYÊ WÊ LI ENQERÊ BÊ PÎROZKIRIN
 
HDP’ê, di 15’ê Cotmehê de wê 7’emîn avakirina xwe pîroz bike. Di civîna MYK’ê de hat diyar kirin ku dviê 7’emîn avakirina partiyê bi coş bê pîrozkirin. Ji bo vê yekê wê hemû beşên demokratîk ji bo pîrozbahiyê bên vexwendin. MYK’ê, di heman demê de biryara da ku “Nobetên Demokrasiyê” li Îzmîr û Stenbolê jî, bên lidarxistin. Li bendê ye di nava vê heftiyê de dest bi çalakiyan bên kirin. 
 
PAKETA DARAZÊ
 
“Paketa Darazê” ya desthilatdariyê ji derveyî HDP’ê pêşkîşî partiyên siyasî kir jî, di rojava MYK’ê de bû. Endamên MYK’ê, diyar kirin ku AKP di her serdemê de, dibin navê “reformê” de rojev dide avakirin û berevajî bendewariyên heyî tevdigere. 
 
HDP, li dijî vê yekê wê “Belgefîlma Stratejîk a Paqijkirina Rê” bixe rojeva Meclîsê.
 
‘DUYEMÎN KOMPLOYA SIYASÎ’ 
 
Biryara ji nû ve girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a bi hinceta "Bûyerên 6-7'ê Cotmehê, çalakiyên Kobanê" jî, di rojeva MYK’ê de cih girt. MYK’ê ev biryara weke “Duyemîn komploya siyasî” nirxand. 
 
MA / Berivan Altan