Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide

  • rojane
  • 10:08 23 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Hevsera Îbrahîm Ertaş ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimîne, Gewrê Ertaş diyar kir ku hevserê wê nexweş e û nabin nexweşxaneyê. Ertaş, dest nîşan kir ku ji bo her hevdîtinekê 1600 TL heqê rê didin.

 
Hunermendê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya ku 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin Dengbêj Îbrahîm Ertaş (Axîn Biro) di çarçoveya operasyonên siyasî de di 9'ê Mijdara 2015’an de bi îdîaya " Yekitiya dewletê xera kiriye" li Îzmîrê hate binçavkirin û di 13'ê Mijdara 2015’an de jî hate girtin. Ertaş pîştî 2 salan di Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê de ma sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê kirin. Ertaş nêzî 3 sal in li Girtîgeha Alanyayê girtî ye û nêzî 5 sal in doza wî didome. Malbat ji ber derfet tune tenê dikarin ji 6 mehan carekê biçin hevdîtinê. Hevsera Ertaş, Gewrê Ertaş di 12’ê Îlonê de çû hevdîtina vekirî ya  hevserê xwe û têkildarî hevdîtinê wiha axivî: “Hevserê min nexweş e. Bi nexweşiya şekir û prostatê ye.” 
 
JI BO HEVJÎNÊ XWE YÊ GIRTÎ ZIYERAT BIKE 1600 TL HEQÊ RÊ DIDE
 
Ertaş, da zanîn ku di çûn û hatina hevdîtinan de zehmetiyê dikşînin û wiha got: “Ez nexweşim nikarim heta wê derê biçim. Ez ji ber nexweşiya xwe neçarim erebeya taybet kirê bikim û biçin. Di rê de aciz dibim. Ji ber rê êşa min zêde dibe. Em 1600 TL heqê erebeyê didin.”
 
‘GIRTIYAN NABIN NEXWEŞXANEYÊ’
 
Ertaş, diyar kir ku 2-3 meh in hevserê wê û hevalên wî yên girtî nabin nexweşxaneyê û wiha lê zêde kir: “Rewşa wan pirs nakin. Zordariyê li wan dikin. Radyo ji wan standine nadin wan. Rojnameya jî nadin wan. Name û kargoyan jî dereng didin wan. Hevserê min dixwaze wan bibin nexweşxaneyê.”
 
‘RASTÎ LÊGERÎNEKE ZÊDE TÊN’
 
Ertaş, anî ziman ku dema diçin hevdîtinê saetek heya du saetan li ber derî dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta em dikevin hûndir û derdikevin rastî lêgerîneke zêde tên.” Ertaş xwest ku hevserê wê sewqî Amedê bikin û wiha domand: “Cihê wî dûre, ji ber ku ji dilê xwe emeliyat bûme nikarim biçim. Dijmin dibê bila ji malbatê dûr bin. Ji bo ku em zehmetiyê bibinin. Em dixwazin wî bînin vir.”
 
‘BILA HEMÛ GIRTÎ WERIN BERDAN’
 
Ertaş, herî dawî diyar kir ku dixwazin girtiyan bibin nexweşxaneyê û tedawî bikin û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş, yên pîr hene. Bila hemû girtiyan serbest berdin.”
 
Rayêdarên girtîgehê jî diyar kirin ku bi riya telefonê nikarin agahî bidin û xwestin serlêdana dozger bikin.