Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne

  • rojane
  • 09:02 23 Îlon 2019
  • |
img

EDENE - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku Belgeya Stratejî û Reforma Darazê ji bendewariyên wan re nebûye bersîv û birîna wan derman nekiriye. Ongor, anî ziman ku îro li Tirkiye bi hezaran welatî ji ber fikrên xwe girtî tên darizandin. 

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, têkildarî Belgeya Stratejî û Reforma Darazê nirxandin kir û diyar kir ku ev pakêt nebûye bersîva heviya wan. Ongor, anî ziman ku ev pakêt ji bo pirsgirêka esasî ya aştiya civakî û çareseriya mexdûriyetê nebûye bersîv û wiha got: "Vê pakêtê birîn derman nekiriye. Nebûye çaresrî. Ji bo saziya darazê bê xurtkirin tu gav nehatiye avêtin. Kesên bi KHK’ê hatin îxrackirin hêj pasaportên wan paşve nedane wan. Bi temanî bi destê kêyfiyeta îdarê ve hiştine. Disa ji bo pasaporta kesk bidin parêzeran bi temami ji însafa Wezîrê Karên Hundir re hiştine. Em vê yekê her dem îtiraz dikin. Ev yek encama hiqûqa nizamê ye. Di dewleta hiqûqê de divê ev yek ji keyfê re neyê hiştin." 
 
BI HEZARAN KES JI BER FIKRÊN XWE GIRTÎ NE
 
Ongor, destnîşan kir ku ji bo kesên demek dirêj girtî tên darizandin guhertinek çêbûye, lê ew jî ne ji bo hemû girtiyan e û wiha got: "Guhertina herî girîng kesên demek dirêj girtî tên darizandin, ji bo wan dema girtinê hatiye kinkirin. Lê ev yek ji bo kesên ji "Zagona têkoşîna bi terorê re" tên darizandin, derbas nabe. Ev yek li dijî rêgeza wekheviyê ye. Xalên din ên pakêtê jî ji hevî û bendewariyên me re nabe bersîv. Îro li Tirkiye bi hezaran welatî ji ber fikrên xwe girtî ne. Bi hezaran welatî bêyî delîl girtî tên darizandin. Mînaka vê yekê Selahattin Demirtaş e. Ev pakêt ji bo pirsgirêka esasî ya aştiya civakî û çareseriya mexdûriyetê nebûye bersîv."