ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN

* Halîme Yayan ku bi salan e "bûkok"an çê dike, got: "Ji bo li mala xwe daliqînim çê dikim, lê gava der û cînar, heval û hogir bixwazin ji wan re jî çê dikim." 
 
* Waniyan destnîşan kir ku AKP, hest û hîsên dayikên li ber avahiya HDP'a Amedê rûniştine îstismar dike û gotin: "Zilma ku îktîdar li Dayikên Şemiyê û Dayikên Kitanspî dike li ber çava ye. Eger bi rastî jî dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan diyar e, bila biçin ber deriyê Qesrê û AKP'ê." 
 
* Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, girtina hevşaredarên Pasûr û Qereyaziyê û tayînkirina qeyûman rexne kir û got, tu rewabûneke hikûmetê nemaye. 
 
* Xêzekovara bi kurdî "Ziring" dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê Karîkatursaz Dogan Guzel got, ew kovareke wisa derdixin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî karibe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û eware bike. 
 
* Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tunene û Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, dîsa jî nayê berdan. Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman ku rewşa Aktaş qet nebaş e. 
 
* Li Mêrsînê, welatiyan diyar kirin ku ew li Akkûyûyê santrala nukleerî naxwazin û gotin, divê dewlet berê xwe bide çavkaniyên enerjiyê yên venûker. 
 
* Li navçeya Pulurê ji bo fînansmana tesîsa parzînê 36 sazî hatin gel hev. Şaredara Mûstafa Sarigul jş, ji bo xweza û avê xwest her kes destekê bide vê projeyê. 
 
* Li Burhan Borak ê di sala 2014’an de ji ber 7 parvekirinên medya civakî doz lê hatibû vekirin, bi hinceta “heqaret li Serokkomar kirinê” 12 sal û 3 meh ceza hat birîn. Parêzer Cîhqan Durmaz, ev ceza weke “rekor” nirxand û got: “Di warî hiqûqî û wijdanî de jî ev ceza nayê qebûl kirin.”
 
* Rêxistina HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûm ên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê li 3 bajaran çalakiyên Nobeta Demkorasiyê diroja 35'an de berdewam bike. (11.00-13.00) 
 
*Jin, bi şîara "Jin aştiyê diaxivin" wê li Parka Yogutçu ya Kadikoyê bên gelhev. (14.00-18.00)