Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling

  • rojane
  • 16:10 21 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Serokê Desteya Rêveber ê TMMOB’ê Emîn Koramaz ê hat Amedê û yên pê re, ji bo bîranîna Tahir Elçî qurnefîl danî ber Minareya Çar Ling û bal kişand ser girîngiya aştiyê.  
 
Serokê Desteya Rêveber ê Yekitiya Odeyên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz û yên pê re, piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê û ji wir jî heya Minareya Çar Ling a Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî lê hat kuştin, meşiyan. Di dema meşê de polîsan ewlehiyek zêde girtin. 
 
JI BO ELÇÎ QURNEFÎL DANÎN
 
Koraman û yên pê re piştî meşê ji bo Tahir Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling. Koraman li vê derê axivî û got: “Aştî bê bedel nabe. Akademîsyen û rêveberên odeyên hempişeyî yên aştî xwestin hatin girtin. Tahir Elçî jî bi canê xwe bedelê daxwaza aştiyê da. Dema ku Tahîr Elçî li vê derê hat gule baran kirin, di nivîsa di destê wî de ‘Xwedî li dîroka xwe derkeve’ nivîsandi bû. Mîrateya herî mezin a mirovahiyê ji bo me hiştî aştiye. Xwedî li aştiyê derketin, di heman demê de xwe de li dîrok, çand, mirovahî û jiyanê derketine.”