Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî

  • rojane
  • 16:09 21 Îlon 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, di çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de aqûbeta Şeyhmus Eroglu yê di 21'ê Îlona 1995’an de li Êlihê ji aliyê eskeran ve hat revandin pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê kom bûn û daxwazênk xwe anîn ziman. Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, Nûnerên Komeleya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER), Hevberdevka HDK'ê ya Bajarê Îzmirê Ayşe Yilmaz, Endamên Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên ditin û Kujer bên darizandin" vekirin. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyanî da û aqûbeta  Şeyhmus Eroglu yê di 21'ê Îlona 1995’an de li Êlihê ji aliyê eskeran ve hat revandin pirsîn. Çîçek, bal kişand ser çalakiyên li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine û got: "Çihê çareseriyê ne pêş avahiya HDP'ê ye. Cihê çareseriyê meclîsa Tirkiye ye. 
 
Çîçek, anî ziman ku di 21'ê Îlona 1995'an de eskeran bi ser mala Şeyhmus Eroglu ya li Êlihê de girtin û piştî ew biçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Çiçek, anî ziman ku Eroglu bavê 7 zarokan bû û wiha got: "Eskeran her dem bi ser gundê wan de digirt. Dixwestin bi zorê bibe cerdevan. Herî dawî ji ber zextan ji gund koç kir. Şeyhmus Eroglu, piştî ji gund koç kir li Êlihê bi cih bûn. Çend sal şûnde di 21'ê Îlona 1995'an de cerdevan û eskeran bi hevre bi ser mala wî de girtin û binçav kirin. Birin Mêrdînê. Malbatê serî li hemû derî û rêyan dan, lê encam bi dest nexistin."