Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?

  • rojane
  • 15:46 21 Îlon 2019
  • |
img

ENQERE/ STENBOL– Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bal kişand ser girtiyê bi nexweşiya pençeşêra prostatê Soydan Akay û xwest bi tena serê xwe di hucreyê de nemîne û di kawîşên girseyî de bimîne. Li Stenbolê jî Keça Siddik Guler di çalakiya "Rûniştina F" de xwest bavê wê yê 80 salî serbest bê berdan û got: "Zerar bavê min ê 80 salî digêje kê?"  

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Înîsiyatifê bal kişand ser rewşa Girtiyên Pençeşêra Prostatê Soydan Akay û xwest bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de neyê hiştin. Înîsiyatif di hefteya 264’an de dîsa li pêş Şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" vekirin. Li ser navê Înîsiyatifê Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Murat Can Çoban, daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çoban, diyar kir ku dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê kelepçeyê li wan ferz dikin u wiha got: “Li girtigehan girtiyên nexweş û kal û pîr hene. Lê mixabin ev wîcdanê cemaweriyê naêşîne. Mehmet Selim Bugurhan ê 87 salî yê ji Gundê Çîrîs ê Çewlikê ku 4 sal û 2 meh ceza li wî hat birîn, mixabin hat girtin û piştî 7 mehan girtî ma di 9'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa Siddik Guler ê 80 sali ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê girtî ye êdî nikare bi tena serê xwe bijî. Wekî van kesan mirov dikare bi sedan mînak bide. Em ê vê heftê balê bikişînin ser rewşa Soydan Akay ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9 a Silivrîyê. Akay ji sala 1993'an heta niha girtî ye. Di sala 2018'an de teşhîsa pençeşêra prostatê kirin. Malbat ji bo Akay bê dermankirin salek e têdikoşe. Lê Soydan Akay bi nexweşiya prostat û Hepatitê ye û li gel nexweşiyên giran bi tena serê xwe di yek huceryê de tê girtin. Divê Akay ji yek hucreyê bê derxistin û di kawîşa girseyî de bimîne. Dîsa ji bo Akay bê dermankirin divê şer û mercêw wî bên başkirin û hemû astengiyên li pêş dermankirinê bên rakirin." 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest di hefteya 391'an de li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê polîsan di hefteya 391'an de dîsa komîsyon asteng kir û destûr nedan ku li qadê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiyê de sînemager û lîstikvan Nur Surer, Kurê Musa Anter Dicle Anter û gelek welatiyên din amade bûn. Malbatên girtiyan wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û “Bila Girtiyê Nexweş Sıddık Guler bê berdan" vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser Girtiyê 80 salî yê nexweş Siddik Guler. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Hatice Onaran daxuyanî da û got: "Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e. Divê dewlet bêyî cudakariya ziman, nasname, bawerî û nijadiyê bike mafê hemûyan ê jiyanê biparêze. Gelek girtiyan di îlonê de jiyana xwe ji dest dan. “Di 21'ê Îlona 1995'an de li Buca, di 24'ê Îlona 1996'an de li Amedê, di 26'ê Îlona 1999'an de li Girtîgeha Ulucanlarê komkujî pêk hatin. Di 18'ê Îlona 1995'an de li Girtîgeha Buca ya Îzmirê li dijî binpêkirina mafan hêjmar nedan. Di 21'ê Îlonê de tîmên taybet, esker û gardiyan êrîş kirin û 3 girtî kuştin. 47 girtî jî birîndar kirin. Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê 10 girtî kuştin. 24 girtî jî birîndar kirin. Li Ulucanlarê di 26'ê Îlona 1999'an de 10 girtî kuştin.  Sıddık Guler ê di 1994'an de li Bismila Amedê hat girtin 40 rojan rastî îşkenceyê hat. Guler, piştî hat girtin şandin gelek girtîgên cuda. Niha Guler ê 80 salî bi nexweşiya dil, tansiyon û romatizma ye." 
 
'ZERARA BAVÊ MIN Ê 80 SALÎ DIGÊJE KÊ?' 
 
Onaran, anî ziman ku Keça Siddik Guler Ayşe Guler herî dawî di cejna Kurbanê de bavê xwe ziyaret kiribû û diyar kiribû ku rewşa bawê wê xerab e. Onaran, da zanîn ku Ayşe Guler bi rêya telefonê agahî daye wan û wiha got: "Guler bi rêya telefonê agahi da me û got 'Dema bavê min bi sandaya teker anîn salonê, em pir berketin. romatizma wî pir zêde bûye. Ji ber ku bi rêk û pêk nabin nexweşxaneyê û derman nakin, her diçe rewşa wî xerab dibe. Pir zor û zahmetiyê dijî. Bavê min ê 80 salî zerara wî dikêje kê? Piyekî wî li vê dinyayê û piyekî wî li wê dinyayê ye. Em dixwazin demek berî demekê bavê min serbest berdin."