Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da

  • rojane
  • 15:35 21 Îlon 2019
  • |
img

ENQERE - Sempozyûma OG-DER'ê ku hemû axaftvanên wê zilam bûn û Peymana Stenbolê hedef dihat nîşandan, ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Jinên sempozyûmê şermezarkirin ji eywanê hatin derxistin. 

 
Sempozyûma Komeleya Mamosteyên Hişmend (OG-DER) a "Pirsgirêkên Wekheviya Zayendiya Civakî" ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Sempozyûma ku bi dûrişmeya "Pêşê ehlaq û maneviyat" hat lidarxistin û vekirina wê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû ve hat kirin, wek axaftvan Dr. Bûrhanettîn Can, Dr. Mucahît Gultekîn û Prz. Mûharrem Balci tevlî bûn. Di sempozyûmê de pîroziya malbatê hat nîqaşkirin û axaftvanan angaşt kir ku bi Peymana Stenbolê bingeha malbatê jê holê tê rakirin û nêrînên xwe yên dijberiya mafê nifaqê yê jinê anîn ziman.
 
JINAN BERTEK NÎŞAN DA 
 
Dema ku axaftvanan sedema newekheviya zayendîya civakî parçebûna malbatê nîşan da, jinên li sempozyûmê bertek nîşan dan. Endama Tora Parastina Jinê Aysûn Gençtanir ket navbera sempozyûmê û got ku pirsgirêka bingehîn neyartiya li hemberî jinan û newekheviya zayendîya civakî ye. Gençtanir di berdewamê de ev tişt anî ziman: "Her roj cînayetên jinan pêk tên, sedema vê yekê malbat e. Tişta ku hûn jê re dibêjin malbat jiyana jinan bi dawî dike. Em ê li dijî vê newekheviyê têbikoşin." 
 
Jinên ku bal kişand ser axaftinên ku hemû zilam bûn, ji aliyê rayedarên OG-DER'ê ve ji eywanê hatin derxistin.