Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke

  • rojane
  • 15:35 21 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz di Nobeta Demokrasiyê de dest nîşan kir ku ji bo piştvaniya xespkirina vîna gel li vir in û got: “Biryara qeyûman biryareke siyasiye. Ev darbeyeke ku li dîroka demokrasiyê xistine ye. Wê ev gel tu carî darbeyên we efû neke û wê destûr nedin pêkanînên li ser xwe.” 

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê di 34’emîn dewam kir. Îro jî li Amedê bi sedan endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li Kolana Liseyê di kom bûn û Nobeta Demokrasiyê li dar xistin. Di nobetê de welatiyan pankartên "Qeyûm wê biçin em ê bimînin", “Em bi berxwedanê bi ser bikevin” , “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Qeyûm koletiyê, têkoşîn azadiyê li pêş dixe” û "Vîna xwe biparêze" vekirin. Girseyê di bin dorpêça polîsan de çalakî li nobetê girt û bênavber dirûşm berz kirin û stran gotin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. 
 
AVAHÎSAZ Û ENDEZYAR MEŞIYAN 
 
Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin û rêveberiya xwe û rêveberên Navenda Giştî ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û odeyên girêdayî wê destek dan nobetê. Rêveber û endamên TMMOB’ê jî ji Kolana Ekînceler a semta Ofîsê heta cihê çalakiyê li gel asteng derxistina polîsan jî bi pankarta “Dest nede vîna min” meşiyan û beşdar bûn. Endezyar û avahîsaz ji aliyê girseyê ve lêdana çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
‘GELÊ KURD TIM LI BERXWE DIDE’
 
Piştî demek dirêj rûniştinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di destpêkê de li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û bi bîr xist ku gelê kurd di dîrokê de tim di nava berxwedanê de ye û tu carî stûyê xwe xwar nekiriye û ji ber vê yekê ew ê ji niha şûn ve jî xwar nekin. 
 
‘BI QEYÛM ZIRAR DAN BIRATIYÊ’
 
Pişt re rêveberê Federasyona Komeleyên Depê (KARDEF) Savaş Erdogan axivî û da zanîn ku ew li dijî qeyûm û ji bo anîna demokrasiyê beşdarî nobetê bûne û wiha got: “Em bi salane wek bira dijîn. Kesên ku bi tayînkirina qeyûm darbe li demokrasiyê xistin zirarê didin biratiya me.” 
 
‘GEL DESTÛR NADE VAN PÊKANÎNAN’ 
 
Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî destnîşan kir ku ji bo piştevaniya demokrasiyê û li dijî destserkirina vîna gel tevlî çalakiyê bûne û wiha got: “Di rojeva Tirkiyê de eyba demokrasiyê û binpêkirinên mafan heye. Biryara qeyûman biryareke siyasiye. Ev darbeyeke ku li dîroka demokrasiyê xistine. Wê ev gel tu carî darbeyên we efû neke û ji bo vê jî li ber xwe dide. Wê ev gel destûr nede van pêkanînên we. Em vê desteserkirina vîna gel bi tundî şermezar dikin.” Koramaz herî dawî diyar kir ku berxwedana ku bi salane didin wê li hemberî tayînkirina qeyûman jî bidin.
 
‘DARAZ JI BO DARBEYÊ LI KURDAN BIKE DIXEBITE’
 
Herî dawî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî axivî û biryara ji nûve ya girtina Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de bibîr xist û wiha got: “Daraza ku 5 sal e naxebite ji bo ku li demokrasiyê û kurdan darbeyê bike dixebite. Ev berdewama darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an e û 19’ê Tebaxê ye. Li hemberî vê darbeyê ne HDP, ne Demîrtaş, ne jî Yuksekdag gavekê jî paş ve navêje.”
 
Piştî daxuyaniyê girse 10 deqeyan çalçakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.