ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin

  • rojane
  • 15:25 21 Îlon 2019
  • |
img

EDENE - Şaxa ÎHD’ê ya Edenê, rapora têkilarî êrîşên nîjadperest ên li dijî koçberên Sûriyeyê yê li Seyhanê dijîn de amade kir, ji raya giştî aşkere kir. ÎHD’ê di raporê de, diyar kir ku êrîş dibin kontroya polîsan de hatiye û xwest, ewlehiya can û malên Sûriyeyiyan bên parastin.

 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Edenê, rapora derbarê êrîşa nîjadperest a piştî îstîsmara zayendî ya zaroka 11 salî hat kirin, li dijî kargeh, mal û wesayîtên komberên Sûriyeyî pêk hat de amade kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Endamên HDP, HDK, Malagel, EMEP û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Edene Parêzer Îlhan Ongor rapor xwend. 
 
ÊRÎŞ Û GOTINÊN NIJATPEREST
 
Di raporê de tespîtên hatibûn kirin, wiha hatin rêz kirin: “Piştî îstîsmara zayendî, bi îdîaya kesekê Sûriyeyî kiriye, êrîşên nijatperestî li dijî kargek mal û wesayîtên koçberên Sûriyeyê yên li Taxên Mîrzaçelebî, Gulpinar, Meydan û Daglioglû pêk hatin. Di êrîşê de hewldana talanê dest pê kir û dirûşmeyên ‘bimirin Sûriyeyî,’ ‘Sûriyeyî bi qewirin’ û ‘em Sûriyeyiyan naxwazin’ hatin berzkirin. Weke ku di wêneyan de jî xuya dike, kargehên Sûriyeyiyan gelek zirar dîtine û kar di wan de nayê kirin. Koma êrîş kir, di heman demê de nivîsên ‘Tirk’ û ‘TC’ li ser dîwar û deriyên kargehên Sûriyeyiyên li kolana Maydan nivîsandin. Polîsan bi tu awayî mudaxileyî koma êrîş nekiriye û tenê gaza îsotê berdeya ku êrîşkar belav bibin. Li gorî agahiyan 162 dikan û 12 wesayîtan zirar dîtine.”   
 
Di raporê de ev tespît hatin kirin: 
 
“*Piraniya deriyên kargehên koçberên Sûriyeyê yên li Kolana Meydan a taxa Mîrzaçelebî hatine şikandin û amûrên wan hatine talankirin. 
 
*Li ser deriyên kargehan ‘Turk’ û ‘TC’ hatine nivîsandin. 
 
*Hemû kargeh hatin girtin. 
 
*Koma êrîşkar, ne ji welatiyên taxê, ji taxên cuda hatibûn wir. 
 
*Hêzên ewlekariyê, dereng mudaxileyî êrîşê dike û bergiriyên xurt nagire. 
 
*Li gorî şahidên ku nexwestin navê xwe bidin, hêzên ewlekariyê destûr dan komekê ku êrîş bikin.
 
*Beşek koçberên Sûriyeyî malên xwe terk kirin. 
 
*Derbarê bûyerê nêzî 25 kesan hatin binçavkirin.” 
 
'RASTIYÊ DERXIN HOLÊ’
 
Di raporê de hat destnîşan kirin ku êrîşên li dijî koçberên sûriyeyî dewam dikin û hat xwestin ku ewlehiya can û malên Sûriyeyiyan bên parastin.