Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e

  • rojane
  • 14:49 21 Îlon 2019
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, biryara qedexeya Qeymeqamiya Ataşehîrê ya Stenbolê ku der barê şahiyên çand û hunerê de da, şermezar kir û diyar kir ku qedexeya qeymeqamiyê ji hişmendiya qeyûm ne cudatir e. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê xwest di navbera 20-21-22'ê Îlonê de li navçeya Ataşehirê Mihrîcana Çand û Hunerê ya Ciwanan li dar bixe. Lê Qeymeqamiya Ataşehîr a Stenbolê biryar da û şahiya ciwanan qedexe kir. Meclisa Ciwanan a HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê ya Stenbolê kom bûn û bi daxuyaniyekê biryara qeymeqam şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek  û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê meclîsê Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ronahî Tunç, diyar kir ku îktîdar bi salan e kesên li hemberî xwe tehamul nake û wiha got: “Ji ber muxalefeta civakî pêş dikeve, ji bo îktîdarê bûye xewna şevan. Ji ber ku îktidar li ser tunekirina nirxên civakî û hêzên civakî xwe mezin dike. Ji ber vê yekê naxwaze muxalefeta civakî peş bikeve." 
 
Tunç, anî ziman ku çand û huner wê ciwanan azad bike û wiha lê zêde kir: “Me xwest di çarçoveya xebatên xwe de Mihrîcana Çand û Hunerê li dar bixin. Di 20'ê Îlona 2019'an de Meclîsa Ciwanan a HDP'ê me serî li Qeymeqamiya Ataşehirê da. Lê qeymeqamiyê bi keyfî daxwaza me red kir û mihrîcan qedexe kir. Ev polîtîkayên qedexekar ji hişmendiya qeyûman ne cudatir in. Em wekî ciwanan me tu carî li dijî zilmê serî netewand û emê tu carî serî netewînin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Kole nebe, azad be" û “Zext me bêzar nakin" bi dawî bû.