Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin

  • rojane
  • 14:44 21 Îlon 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'iyan li gelek bajar û navçeyan bertek nîşanî biryara girtinê ya  Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û diyar kirin ku ewê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Li gelek navçe û bajaran bertek nîşanî biryara girtinê ya Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin dayîn. HDP'iyan li gelek bajaran biryar şermezar kirin û ev peyam dan: "Ev darbeyek hiqûqî ye. Ev lîstikeke nû ya bloka faşîst a AKP- MHP ku hewl dide bi darbeyan û qeyûman welat bi rêve bibe. Emê vê lîstikê bi berxwedana hemû gelên xwe têk bibin." 
 
Di çarçoveya şermezarkirina biryarê de li Edene, Ceyhan, Hatay, Îskenderûn, Şirnex, Colemêrg, Çelê, Gever, Enqere, Dersim û Êlihê li ber avahiyên rêxistinên HDP'ê daxuyanî hatin dayîn û bang dewam kirina berxwedan û têkoşînê hat kirin.