Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin

  • rojane
  • 14:21 21 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Polisan, destûr neda malbatên xwendekarên harbiyeyî ku xwestin li pêşiya Bînaya AKP'ê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar bixin.

Çalakiya malbatên xwendekarên Dibistana Şer a Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku dema Darbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hatibûn girtin, bi daxwaza adaletê li ber Bînaya AKP'ê ya Stenbolê dabûn destpêkirin, didomin. Li derdora bînayê di asta herî jor de tevdîrên ewlehiyê hatine girtin û hatiye dorpêçkirin. 
 
POLISAN DAYIKAN ASTENG KIR
 
Malbatên harbiyeyiyan ku li Parka Halîçê ya li hemberî bînaya AKP'ê li hev kom bûn, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Polisan, Mahmûre Dereli, Ayten Gureşçî û Aysel Duran jî di nav de destûr neda dayikan. Dayik dema ku xwestin biçin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê jî ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan got ku dê biçin Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stebolê. 
 
'JI 4 DAYIKAN DITIRSIN?'
 
Dayika Mahmûre Derelî ku kurê wê girtî ye, ragihand ku polisan jê re gotiye: "Heke hûn zêde li vir rawestin em ê we bigirin." Derelî di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Gotin emê bigirin, Em ne ji bo girtinê ji bo mafê zarokên xwe hatine vir. Ewqas jî ji dayikan ditirsin. Ji 4 dayikan ditirsin?"