HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî

  • rojane
  • 12:31 21 Îlon 2019
  • |
img

RIHA -  Parlementerên berê yê HDP’ê yê Riha Îbrahîm Ayhan ê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn.

 
Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de, li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristina Nato ya Sîwerêgê ji aliyê rêheval û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn. 
Malbata Ayhan, Parlamenterên Partiya Demokrastîk a Gelan (HDP) Mahmût Tugrul, Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Nîmetullah Erdogmuş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. 
 
Polîsan berî bîranînê goristan dorpêç kirin. Dayika  Ayhan Zekiye Ayhan bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Ji gora kurê min jî ditirsin. Kurê min ji ber zilmê reviya. Tu tiştekê wî tune bû.”
 
Mizrakli, di bîranînê de axivî û wiha got: “Ji me re mirina dinava nivînan de tuneye. Em li vê derê bi hevalên xwe re hatin gelheve. Hemû hewldanên aştiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yekitiyê, rastî girtîgehan, cezayan, bêqimetiyê û lêpirsînê hatin. Duh me dîsa mînaka vê yekê jiya. Ligel ku divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan jî, dîsa biryara girtina wî dan. Ger baweriya Îbrahîm li vî welatî bi hiqûqê bihata, li ser rêyên sîrgonê jiyana xwe ji dest nedida.”
 
Partiyî û welatî piştî serdana goristinê, derbasî Salona Dawetê ya Parîs bûn. Li vê derê belgefilma derbarê jiyana Ayhan hatibû amadekirin de, hat pêşandin. Piştî pêşandan belgefîlmê, mewlîd hat xwendin û dûre bîranîn bi dawî bû.