Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû

  • rojane
  • 17:18 17 Îlon 2019
  • |
img
RIHA – Birayê parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz Enver Yildiz ê piştî bûyera li Pirsûsê ku ji malbata Şenyaşar 3 kes bi giştî 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn, bersûcê firar bû, piştî 15 meh şûnde li gel 50 xizmên xwe yên eşîrê çû li Edliyê teslîm bû. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, xizm û parêzvanên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar birîndar bûbûn. Dema kur û bav rakiribûn nexweşxaneyê AKP'iyan dîsa li Nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û li Nexweşxaneyê kuştin. Di ser bûyerê re 15 meh borîn. Di bûyerê de Fadil Şenyaşar birîndar bibû û hat girtin. Di ser bûyerê 15 meh borî lê hêj Dozgeriya Komarê ya Rihayê îdîaname amade nekiriye. Têkildarî bûyerê birayê wekîlê AKP'î Halîl Îbrahîm, Enver Yildiz ku heta niha bersûcê firar bû îro teslîm bû. 
Enver Yildiz, piştî 15 meh şûnde li gel 50 xizmên xwe çû Edliya Rihayê û teslîm bû.