Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek

  • rojane
  • 14:32 17 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Parlementera HDP'ê ya  Edenê Tulay Hatîmogullari, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya şermezaririna qeyûm de axivî û got: "Gelo dayikên li Amedê rûdinin, Dayikên Şemiyê, dayikên li ber avahiya AKP'ê ya Bajêr rûdinin, heman dayik nînin? Em ji vê derê bangî hemû dayikan dikin, werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek."

Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin, dest pê kirin mehek li dû xwe hişt. Çalakiya li Wanê her roj bi tevlibûna komên cuda berdewam dike.  Çalakiya rûniştinê ku îro jî li ber Şardariya Rêya Armûşê hat lidarixistin de pankarta bi dirûşma, "Ne îradeya qeyûm îradeya gel" hat vekriin û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat lidarxisitn de de parlamentere Muazzez  Orhan, Murat Sarisaç, Hasan Ozguneş,  Kemal Bulbul, Tulay Hatîmogullari, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredar û bi sedan welatî amade bûn. 
  
'AKP Û MHP'Ê MEŞRUBÛNA XWE WINDA KIRINE'
 
Di çalakiya ku hat lidarixistin de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari axivî û wiha got: "Meseleya qeyûm tenê ne ya Kurdistanê ye û ne tenê ya şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirine jî.  Berxwedana li hember qeyûman ya li hemer îktîdara ku darbeya 15'ê tîrmehê ji bo xwe wekî lutfa xuda dibîne ye. AKP û MHP'a ku meşrûbûna xwe ji hilbijartinan digirtin bi tunehesibandina hilbijartinan re meşrûbûna wan bi dawî hatiye. Werin em mifteya aştiyê bibînin û li ber îktîdarê daynin."
 
'WERIN EM LAÇIKÊN XWE YÊN SPÎ BIKIN YEK'
 
Hatîmogullari bal kişand ser çalakiya dayikên li ber  avahiya  AKP'ê ya Stenbolê û ya HDP'a Amedê ku rûnitşine jî kir û wiha got: "Ez dibêjim werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn bi minasebeta meha Muharemê li çalakgeran aşûre hat belvakirin. Çalakî bi dirûma, "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bi dawî bû.