STENBOL - Dadgehê di danişîna doza parêzerên OHD û ÇHD’ê ya bi hinceta şermezarkirina Komkujiya Enqerê derbarê wan de hat vekirin de, biryara da ku parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê û danişîn taloq kir.
14’emîn danişîna doza parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi hinceta Komkujiya Enqerê 10’ê Cotmehê şermezar kirin derbarê wan de hat vekirin li 13’emîn Dadgeha Cezayê giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Endama ÇHD’ê parêzerê Aycan Çîçek bi hatina wesayîtan ringê red kir û beşdarî danişînê nebû.
Parêzeran parastin kirin, daxwaznameyên berê dabûn dubare kirin û xwestin biryarên di dadgehê de hatin dayîn bên betalkirin.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, biryar da ku parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bînin danişînê û parêzser Aycan Çîçek a ji dosyeyek din girtiye jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bê kirin. Dadgehê dûre danişîn taloqî 14’ê Cileya 2020’an kir.