Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin

  • rojane
  • 12:17 17 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Ji dayikên laçik spî yên li ber AKP’ê xwestin çalakî li dar bixin 3 dayik hatin binçavkirin. 

Dayikên laçik spî çûn ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Amedê, pankarta “Dayik aştiyê dixwazin” vekirin û xwestin çalakî li dar bixin. Polîsan avahiya AKP’ê dorpêç kir û nehiştin dayik çalakî li dar bixin û xwest wan li dolmîşê siwar bike. Lê dayikan nexwest li dolmîşê siwar bibe. Ji dayikên xwestin çalakî li dar bixin 3 dayik ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji dayikek hat binçavkirin Aysel Tufan e.
 
Nehat zanîn dayikên binçavkirî birin ku derê.