AMED - Dayikên laçik spî, li ber avahiya AKP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li Amedê, dayikên laçik spî, li ber avahiya AKP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan pankarta “Dayika aştiyê dixwazin” vekirin. Polîsên ku dayik kirin dorpêçê, destûr nadin ketin û derketina avahiya AKP’ê.
Rojnamegerên ku xwestin çalakiya rûniştinê ya dayîkan bişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.