Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin

  • rojane
  • 15:50 16 Îlon 2019
  • |
img
AMED – Hevşaredara Pasûrê Fatma Ay bersiv da nûçeyên şaredariya wan dikin hedef û got: “Hemû xebatên me di çavdêriya polîs û eskeran de tên kirin.” 
 
Piştî teqîna li navçeya Pasûrê ya Amedê pêk hat, çapemeniya nêzî hikumetê îdia kir ku “Teqîn bi maşîneyek aîdî şaredariyê ye pêk hatiye” û şaredariyê tewanbar kir. Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Hevserokê Rêxistina HDP’a Pasûrê Abidîn Karaman, siyasetmedar Mehmet Emîn Ay û Midurê Karên Fenê yê Şaredariyê Şener Aktaş di çarçoveya lêpirsîna têkildarî teqînê hatiye destpêkirin hatin binçavkirin. 
 
Hevşardara Pasûrê Fatma Ay bi rêya Ajansa Mezopotamya bersiv da tewanbarkirina şaredariya wan û tewanbariya wek amadekariya tayînkirina qeyûmê nirxand. Ay kiryarên bûyerê şermezar kir û rehmetê û serxweşiyê ji malbata yên jiyana xwe ji dest dane re xwest û hêvî kir ku yên birîndar jî zûttir baş bibin. 
 
Ay da zanîn ku çapemeniya nêzî hikumetê ku xebata rê tê kirin wek kiryarê teqînê dane nîşandan û got: “Xebata me ya rê 55 kîlometre ji cihê teqînê dûr e.” 
 
'DI ÇAVDÊRIYA POLÎSAN DE XEBAT TÊ KIRIN’ 
 
Ay destnîşan kir ku beriya hemû xebatên xwe ew agahî didin esker û polîsan û wiha got: “Em di çavdêriya polîs û eskeran de xebata xwe dikin. Em li ser daxwaza gel xebatên xwe birêve dibin. Îdiaya ku kepçeyên me nêzî cihê bûyerê ne derew e. Em van agahiyan red dikin. Kepçeya behsa wê dikin beriya bûyerê 2 roj lastîkê wê teqiyaye û li mezrayek din bûye. Kepçe ne nêzî cihê bûyerê bûye. Bi maşîneyên şaredariyê ve Global Positioning System (GPS) daliqandiye. Yên dixwazin hîn bibin ku ew roj ew maşîne li ku bûye dikarin bi GPS serî li şaredariyê bidin. Piştî bûyerê şaredariy me kirine hedef. Hevşaredarê me û Midurê Karên Fenê Şener Aktaş 4 roj in bêyî tu hêncet bê nîşandan di binçavan de ne. Li gorî agahiyên em ji parêzeran digirin, hevalên me dibin nexweşxaneyê û wan tînin. Ji ber ku li holê tu delîlek nîne wan di binçavan de digirin.” 
 
Ay da zanîn ku ew ê wek şaredariyê xebatên xwe dewam bikin.