Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:22 16 Îlon 2019
  • |
img

WAN - Serokê DBP’ê yê Agiriyê yê berê Mustafa Akyol ê di sala 2011’an de li Agiriyê hat girtin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, jiyana xwe ji dest da.

Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê Agiriyê yê berê Mustafa Akyol ê di sala 2011’an de li Agiriyê hat girtin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, jiyana xwe ji dest da. Akyol ê berî heftiyekê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wan (YYU) hat kirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akyol ê ji dilê xwe nexweş û nexweşiya parkînson pê re heyî îro ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat wê cenazeyê kurê xwe bibin Agiriyê.
 
Parêzerên Akyol berî 5 mehan gotinbûn ku muwekîlê wan nikare di girtîgehê bimîne û ji bo vê yekê serlêdan kiribûn.