Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe

  • rojane
  • 11:53 16 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Hevserokê KAYYDER a ku bi sedan komele di bûnya wê de cih digirin Tuncay Gokçe, diyar kir ku ew ê beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin bibin û got: “Heya dawiyê em alîgirê wê ne ku vîna gel bê teslîmkirin.” 

Roja 29’emîn a Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin, bi piştgiriyek mezin dewam kir. Hevparên Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûre Rojhilat Kîgî, Karakoçan, Adakli, Alîkariya Civakî ya Yayladere û Yedîsû û Hevserokê Komeleya Avakirin Çandê (KAYYDER) Tuncay Gokçe, diyar kir ku ewê bi sed komeleyên di bûnya wan de cih digirin re piştgiriyê bidin Nobeta Demokrasiyê. 
 
‘EMÊ BI SED KOLEMEYAN RE PİŞTGIRÎ BIDIN’
 
Gokçe, anî ziman ku ew pekhatiyeke ji sed komeleyan û 30 federasyonan pêk tê ne û wiha axivî: “Derbarê pêvajoya heyî de aciziyên me hene. Hemû komeleyên me, komeleyên herêmên e. Me her tim piştgirî daye demokrasî, aştî, azadî, maf û hiqûqê. Me tim hewl daye ku em li gel mezluman, bindestan û kesên rastî neheqiyên tên cih bigirin. Ji ber vê  yekê em ê piştgiriyê bidin nobetê.”
 
‘NE HILBIJÊRAN Û NE JÎ GEL BES KIRIN’
 
Gokçe, da zanîn ku her heftê komeleyekê wan beşdarî nobetê dibe û wiha bilêv kir: “Em heya dawiyê dixwazin vîna gel bê teslîmkirin. Em ji tayînkirina qeyûman pir acizin. Desthilatdariya îro, vîna gelê Kurd nas nake. Hewl dide vîna Kurdan û hilbijêrên Kurdan bi zindanê terbiye bike. Lê divê vê baş zanibin, gel tu carî serî natewîne. Ne hilbijêran û ne jî gel bes kiriye.”
 
'EM Ê BERXWEDANA XWE LI QADAN NÎŞAN BIDIN’
 
Gokçe, dest nîşan kir ku berxwedana li Stenbolê wan nîşan dan, ew ê li qadên nobetê jî nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin pirsgirêka 100 salan a Tirkiyeyê, li HDP’ê bar bikin. Ji ber vê pirsgirêkê bi hezaran can winda bûn. Mînak Dayikên Şemiyê bifikirin. Ger ez li şûna wan bûma, minê bi Dayikên Şemiyê re li ber Meclîsê çalakî lidar bixista. Wê demê me jî yê piştgirî bidayê.”