Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin

  • rojane
  • 13:45 15 Îlon 2019
  • |
img
 
AMED - Derket holê ku Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Midûrê Karê Fen Şener Aktaş û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Pasûrê Abidîn Karaman ên piştî teqîna li Pasûrê hatin binçavkirin, bêyî ku tu hinceta bên nîşandan ev 3 rojin bi ferman dozger dibin çavande tên girtin.  
 
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, piştî 7 kesan di teqîna pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Midûrê Karê Fen Şener Aktaş û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Pasûrê Abidîn hatin binçavkirin.
 
Medya hewzê jî, piştî teqînê ragihandibû ku Midûrê Karê Fen ê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş ji ber wesayîta aîdê şaredariyê berî teqînê li cihê bûyerê hat dîtin, hatiye binçavkirin. 
 
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê gotibû “Wê binçavkirin zêdetir bibin.” Piştî vê gotina Erdogan Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş jî hatibû binçavkirin. 
 
‘HINCETA BINÇAVKIRINÊ NÎŞAN NADIN’
 
Parêzerê Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş Eyup Aydenîz, diyar kir ku heya niha derbarê binçavkirina wan de tu hincet nîşan nedane. Aydenîz, da zanîn ku muwekîlên wî ev 3 rojin li Miduriyeta Polîsan a Pasûrê tên girtin û wiha got: “Min hevdîtin bi muwekîlê xwe re kir. Rewşa tenduristiya wan başe. Derbarê binçavkirina wan de heya niha tu tişt ji bo wan nehatiye gotin. Ji xwe dosyeya lêpirsînê tuneye. Ligel hemû daxwazan me nekarî em bi dozger re hevdîtin bikin.”
 
Parêzerê Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê Şener Aktaş Mehmet Oner jî, diyar kir ku hevserok di çarçoveya lêpirsîna teqînê de nehatiye binçavkirin û got: “Ji derveyî biryara binçavkirin û rapora tenduristiyê, tu rapor û delîlek din derbarê muwekîlê min des tuneye.”