Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze

  • rojane
  • 13:22 15 Îlon 2019
  • |
img
 
MÊRDÎN - Şerîf Mesûtoglû yê navê wî di bûyera kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mûstafa Safîturk de derbas dibe, ji 24'ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye. Mesûtoglu yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye, darizandinek adîlane dixwaze.  
 
Di doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê di 10’ê Mijdara 2016’an di êrîşa bombayî hat kuştin de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Şerîf Mesûtoglû bi daxwaza darizanek adîlane ji 24’ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye. Mesûtoglû yê li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerekê tê girtin û 84 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji roja ketiye greva birçîbûnê de 22 kîlo winda kirine û her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. 
 
‘GER DOSYA BÊ LÊKOLÎNKIRIN WÊ RASTÎ DERKEVIN HOLÊ’
 
Mesûtoglû, bi rêya malbata xwe ev peyam şand: “Heya ku çalakiya min bi encam bibe ezê berdewam bikim. Dosyeya min ji aliyê tu kesî ve nehatiye lêkolîn kirin. Ger dosyeya min bê lêkolînkirin, wê rastî derbikevin holê. Ev yek pêkane. Lê nehat kirin. Bila dosyeyê dîsan lêkolîn bikin, ger heman cezayî bidin min, bila bidin.”