Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye

  • rojane
  • 12:57 15 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna 4’emîn Meclîsa Giştî ya serdama 9’emîn a HDK’ê de axivî û got: “Desthilatdariya heyî ger piştî 18 salan li ber deriyê HDP’ê rûdine, ev encamek pir başe. Vê careke din da nîşandan ku adresa çareseriyê HDP ye.” 

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna xwe ya 4’emîn a Meclîsa Giştî ya serdema 9’emîn li Stenbolê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, rêveberên meclîs û delegeyên HDK’ê beşdarî civînê bûn. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê ya civînê kir. 
 
Koçyîgît, pergala darbeya faşîst a 12’ê Îlonê şermezar kir û wiha got: “Kesên ku li dijî faşîzmê têkoşiyan em wan bi rêzdarî bibîr tînin. Pergala darbeyê dewam dike. Ji 15’ê Tîrmehê ve, welat bi pergala darbeyê tê birêve birin. Bi tayînkirina qeyûmên şaredariyê re, pergala darbeye berdewam dikin. Lê li dijî pergala darbeyi berxwedan jî berdewam dike. Armanc dikin ku HDP’ê krîmînalîze bikin. Lê ev hewl dane wan bêfey de ye.”
 
'HDP ADRESA ÇARESERIYÊ YE’
 
Koçyîgît, da zanîn ku rûnştina dayikan a li ber avahiya HDP’ê şaşe û wiha bilêv kir: “Yên ku pêvajoya aştiyê ji holê rakirin, dixwazin cardin dest bi şer bikin. Em rast bînin ku HDP bûye navenda aştiyê. Divê wate ji bo vê yekê bê dayîn. Lê divê kes neyê lîstikên AKP û MHP’ê. Ji xwe me gotibû dewletê îflas kiriye. Desthilatdariya heyî ger piştî 18 salan li ber deriyê HDP’ê rûdine, ev encamek pir başe. Vê careke din da nîşandan ku adresa çareseriyê HDP ye.” 
 
Koçyîgît, bal kişand ser dayikên zarokên xwe di komkujiya Roboskî windakirin, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê û wiha pê de çû: “Ev desthilatdar, xwedî feraseta ku Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê derp kirinê ye. Divê em pêşiya van polîtîkayên qirêj ên AKP bigirin.” 
 
‘PERGALEKE KU BÊYÎ KURDAN DIXWAZIN’
 
Koçyîgît, tayînkirina qeyûman jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevalên me yên bi rojane li dijî darbeya qeyûm têdikoşin hene. Dixwazin li ser Leyla Guven zextekê ava bikin. Em dixwazin bêjin ku HDK li gel KCD’ê ye. AKP, dixwaze tifaqa ku HDP’ê li Tirkiyeyê ava kiriye, têk bibe. Dixwazin bêyî kurdan pergalekê ava bikin. Lê çi dibe bila bibe, ev aqail wê bi kêra tu tiştî neyê.”
 
ŞENOGLU: DIVÊ RÊXISTINBÛYÎN BÊ ESASGITIN
 
Dûre Sedat Şenoglû axivî û wiha got: “Rêxistinbûyîna siyasî girînge. Rêxistinên faşîst çawan ku hêza xwe winda dikin, êrîşkar dibin. Divê em hêzan bikin yek. Lazime ku hemû hêzên azadîxwaz rol û rista xwe baş bilîzin.”
 
Civîna HDK’ê, wê piştî planlamê û xwendina beyannameya civînê bi dawî bibe.