Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin

  • rojane
  • 11:37 15 Îlon 2019
  • |
img

HATAY - Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê tê girtin, her ku diçe rewşa tenduristiya wî girantir dibe û ligel vê jî, dermankirina wî tê astngkirin. 

Komîsyona Hiqûqî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îskenderunê, li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê bi girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî re hevdîtin kir. Guler di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa tenduristiya xwe. Girtiyê nexweş Guler, diyar kir ku ji sala 1994’an ve girtiye, pirsgirêkên tenduristiya wî cîdîne  û xwest demildest bê berdan.
 
‘DERMANKIRINA MIN ASTENG DIKIN’ 
 
Parêzer Mehtap Sert a di 5’ê Îlonê de li girtîgehê hevdîtin bi Guler re kir, da zanîn ku Guler ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe  yên rojane bi cih bîne û wiha got: “Guler êdî nikare bimeşe.” Prz. Sert, dest nîşan kir ku Guler di hevdîtinê ev tişt jê re vegotin; “Dinava 26 salan de ez li 9 girtîgehan geriyam. Zarokên min jî bi min re li van girtîgehan geriyan. Dema li Girtîgeha Dîlokê bûm, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê min serî li ÎHD’ê da. Herî dawî ez sirgunê Girtîgeha Îskenderunê kirim. Nexweşiyên min ên dil û tansiyona bilind hene. Ez du caran anjiyo bûm. Ez nayin derman kirin. Min sewqî nexweşxanê nakin. Li dosya min mêze dikin û dermankirina min asteng dikin. Ez nikarim bi tena serê xwe, bijîm û li xwe mêze bikim. Ciwanên li qawîşê ji min re dibin alîkar. Dîsa hejmara li ser piyan ferzî me dikin. Em di dema jimartinê rastî tundiya fîzîkî û derûnî ya gardiyenan tên. Gardiyan bê sedem heqaretê li girtiyên ciwan dikin û wan derp dikin. Li girtîgehê avê nadin me. Dîsa pirtûk, kovar û radyo nadin me. 4 sal mane  ku cezayê min biqede. Ez dixwazim bêm berdan ku li derve bêm dermankirin.” 
 
‘DEMILDEST DIVÊ BÊ BERDAN’
 
Prz. Sert, diyar kir ku wan piştî mijûliyek dirêj encex karine hevdîtin bi Guler re bikin û wiha got: “Ji ber nêzîkatiyên bîrdozî dermankirina Guler tê astengkirin. Guler bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê hewcedariyên xwe yên rojane pêk tîne. Ji bo ku Guler bê dermankirin divê demildest bê berdan û li nexweşxanê bê razandin.” 
 
MA / Hamdullah Kesen