Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e

  • rojane
  • 09:25 15 Îlon 2019
  • |
img
STENBOL – Siyasetmedar Ufuk Uras, diyar kir ku peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Bêyî Kurdan Tirk, bêyî Tirkan jî Kurd nabe” weke temîna jiyanek bi hev re ya civaka Tirkiyeyê nirxand û got: “Veguhetinek ku Kurdan pişt guh bike, wê pêdiviyên civakî pêşwazî neke.” 
 
Hikumeta AKP’ê, di şaşiyên xwe yên di polîtîkayên ne çareser kirina pirsgirêka gelê Kurd de bi israre. Ji ber van polîtîkayên AKP’ê her  du diçe mirin zêdetir dibin, hilweşandin pêk tê û krîza aborî mezintir dibe. Ligel van hemûyan jî, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re kir de, peyama “Bêyî Kurdan Tirk, bêyî Tirkan jî Kurd nabe, çi dema ku Kurd li Mezopotamyayê bên xelaskirin, wê demê dê li Anatoliyayê tiştekê binavê Tirkan nemîne” dabû dewlet û raya giştî. Ocalan bi vê peyama xwe bal kişand bû ser hevbeşbûna dîrokî û diyar kiribû ku ew dinava heftiyekê de dikare vî şerî rawestîn e. 
 
Siyasetmedar Ufuk Uras, derbarê peyama Ocalan de axivî û got: “Şerê ku dewam dike ji bo ku bi dawî bibe, divê peyamên Ocalan rast bên dest girtin.”
 
Uras, diyar kir ku di Şerê Rizgariyê û pêvajoya avakirina Komarê de, hevkariya Kurd û Tirk û piştevaniya hat nîşandan li holê ye û wiha bilêv kir: “Lê di Destûra Bingehîn a sala 1921’an de, dest ji pêkanîna piranîparêz a bijêre hat berdan. Bi vê yekê re saziya tekparêz a bingeha xwe ji Îttîhat û Terakî digire ket dewrê û heya roja me ya îro tê.” 
 
‘PEYAMA OCALAN TEMÎNATA PÊŞEROJÊ YE’
 
Uras, bal kişan ser peyama Ocalan a “Bêyî Kurdan Tirk, bêyî Tirkan jî Kurd nabe” û wiha pê de çû: “Têkiliyên Tirk-Kurd, temîna pêşeroja vîna û civaka bi hevre bijîne. Divê ji bo Kurdan sererastkirinek hiqûqî çêbe û ev jî di çarçoveya hemwelatîbûyî de pêş bikeve. Veguhetinek ku Kurdan pişt guh bike, wê pêdiviyên civakî pêşwazî neke.”
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ PÊDIVÎ BI MUTABAKATÊ HEYE’
 
Uras, anî ziman ku di warê çareseriya siyasî de pêdivî bi mutabakatekê heye û wiha rêz kir: “Ocalan hewl dide vînek siyasî derbixe holê. Ji ber vê tenê bi polîtîkayên ewlekariyê tu tişt pêş nakeve û ji xwe encamên vê jî li holê ne. Bi modeleke siyasî, pêdivî bi tifaqek herî berfireh bê avakirin heye. Di dawerê diyarkirina aktorên siyasî de tu şansê me tuneye. Ji ber vê divê di rewşên serdemên kurt û nîvî de, gav bên avêtin.”
 
‘DESTHILATDARIYÊ DERS JI HILBIJARTINAN DERNEXIST’ 
 
Uras, dest nîşan kir ku li cîhanê, çareseriyên pevçûnê kêşe û vekêşînê dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de têkoşîna demokrastîkbûyîna dewletê, tevlîhev bûye. Li gorî xuya dike piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, dewletê xwe ji nû de ava kir. Lê em nikarin behsa yekparebûna aqlekê dewletê bikin. Ji bo pêvajoya çareseriyê, divê perspektîfek dem dirêj bê dest girtin. Balkêşe ku desthilatdariyê dersên bi wate ji encamên hilbijartinên dawî negirtin. Tu dibêjî qey, pirsgirêk dem demiye. Partî modela dewletê di lêpirsînê re derbas nake. Li şûna ku siyaset bibe dewletî, divê bibe sivîlî. Ev mijarek kilîdê ye.
 
MA / Erdogan Alayumat